Şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê nobeta Tişrînê dewr girt

Şêniyên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê ku di saetên sibehê de bi rê ketibûn, gihaştin Bendava Tişrînê û çalakiya nobetê dewr girt.

Şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê nobeta Tişrînê dewr girt
Şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê nobeta Tişrînê dewr girt
Şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê nobeta Tişrînê dewr girt
Şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê nobeta Tişrînê dewr girt
1 nîsan, 2025   15:49
BENADVA TIŞRÎN

Şêniyên ji kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê di saetên sibehê de ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibûn. Şênî beriya çend kêliyan gihaştin bendavê û çalakiya nobetê ji gelê Dêrik, Girkê Legê, Til Koçerê dewr girt.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê li bendava Tişrînê bi rêxistin kiriye.

(bb)

ANHA