Bîlançoya şerê li Xezayê: 40 hezar û 786 kuştî

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, hejmara kuştiyên şerê li Xezayê bû 40 hezar û 786.

Bîlançoya şerê li Xezayê: 40 hezar û 786 kuştî
2 îlon, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl û Hemasê ku 7’ê Cotmeha 2023’yan dest pê kiriye, dewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li Xezayê 3 komkujî li dijî malbatan pêk anîne.

Wezaretê der barê 3 komkujiyan de ev agahî dan: “48 cenaze û 40 birîndar gihaştine nexweşxaneyan. Hejmareke din a qurbaniyan di bin kavilan de û li ser rêyan e, ekîpên tenduristiyê û yên rewşên awarte nikarin xwe bigihînin wan."

Li gorî daneyên dawîn ên wezaretê, di şerê li Xezayê de ku 7’ê Cotemaha 2023’yan dest pê kiriye, 40 hezar û 786 kes hatine kuştin û 94 hezar û 224 kes jî birîndar bûne.

(bb)