Belgefîlmeke têkildarî dîroka Efrînê hat pêşandan

Desteya Kar û Karên Civakî û Karkeran a Kantona Efrîn-Şehbayê belgefîlmeke li ser dîroka Efrînê nîşan da.

2 îlon, 2024   15:34
ŞEHBA

Desteya Kar û Barên Civakî û Karkeran a Kantona Efrîn-Şehbayê belgefîlmeke li ser dîroka Efrînê pêşan da. Belgefîlm bi amadebûna endamên desteyên Rêveberiya Xweser, meclis û partiyên siyasî yên kantonê li Hola Mîtan a bajarokê Ehdasê hat pêşandan.

Beriya ku belgefîlm were pêşandan, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Karkeran Nîmet Eklîko li ser dîroka Efrînê axivî û got: "Efrîn bajarekî kevnar e. Dewleta Tirk a dagirker xwest Efrînê bê Kurdên wê bihêle. Niha jî hewl dide Kurdan ji Şehbayê bide koçberkirin."

Endamê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Nacî Selame jî got: "Me ew qas girîngiya bajarê Efrînê nedizanî, lê piştî em hatin koçberkirin me dîrok û kevneşopa wê ya kevn nas kirin. Dewleta Tirk xwedî dîrokeke bikîn a li hemberî Kurdan e, naxwaze Kurd azad bijîn. Piştî me ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas kirin me dît ku Efrîn dilê Kurdistanê ye."

Piştî axaftinan belgefîlmê ku balê dikişîne ser dîroka Efrînê hat pêşandan.

Di dawiyê de amadekarên belgefîlmê hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA