Bîlançoya êrişên Îsraîlê: 4 kuştî û 6 birîndar

Bîlançoya qurbaniyên êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê giran dibe. Li gorî SOHR’ê, 4 kes hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Bîlançoya êrişên Îsraîlê: 4 kuştî û 6 birîndar
11 kanûn, 2023   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Îsraîlê duh bi şev bi 6 moşekan nuqteyên leşkerî yên li herêmên Seyda Zeyneb û balafirgeha navneteweyî ya Şamê, baregeheke girêdayî hêzên parastina hewayî, 2 mezra, stasyona radarê ya li Til Xarûf û nuqteyeke leşkerî li devera Nechayê kirin hedef.

SOHR’ê destpêkê diyar kiribû ku 8 kes birîndar bûn. Lê li gorî bîlançoya dawîn a SOHR’ê, di êrişê de 2 welatî û 2 endamên Hizbullahê ku bi giranî birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê hejmara kuştiyan dibe 4 û ya birîndaran jî dibe 6.

Îsraîlê 63 êriş (44 hawayî û 19 bejahî) li ser Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de 127 hedef (depoyên çekan, baregeh, navend û wesayît) wêran bûn. Her wiha 114 leşker hatin kuştin û 130 jî birîndar bûn.

(bb)