HPG: Êrişên artêşa Tirk ên bi çekên qedexekirî didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG′ê diyar kir ku di 8-10'ê Kanûnê de li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 çalakî hatin lidarxistin. Her wiha ragihand ku êrişên dagirkeran ên bi çekên qedexekirî dewam dikin.

HPG: Êrişên artêşa Tirk ên bi çekên qedexekirî didomin
11 kanûn, 2023   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

8′ê Kanûnê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên grian û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

9′ê Kanûnê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

10′ê Kanûnê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

10′ê Kanûnê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

8′ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê çeperên me yên şer 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

8′ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê, çeperên me yên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

8 û 9′ê Kanûnê li herêma Garê Deşta Kafya, Gundêw Şiyê 3 caran, li herêma Metwînayê Gundê Şêlazê, Serê Metîna 4 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê, Goşînê, Sinînê, Girê Berbizina, Xinêra Jor 7 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8′ê Kanûnê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."