Têkildarî Netanyahû û Gallant biryara girtinê hat dayîn

Ji ber sûcên li Xezayê hatine kirin, Dadgeha Ceza ya Navnetewî (DCN) biryara girtina serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da.

Têkildarî Netanyahû û Gallant biryara girtinê hat dayîn
21 mijdar, 2024   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hinceta ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de ‘sûcên li dijî mirovahiyê’ û ‘sûcên şer’ hatine kirin, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî biryara girtina serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da.

Di daxuyaniya DCN de hate ragihandin ku birçîhiştina ku ji aliyê Netanyahû û Gallant ve hatiye kirin weke rêbazeke şer hatiye bikaranîn. Her wiha kuştin, zilm û kiryarên din ên li dijî mirovahiyê hatin bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku birçîhiştin sûcê şer e.

Dadgeha Ceza ya Navnetewî biryara girtina yek ji rêveberên Hemasê El Masrî jî da.