Bîlançoya êrişa Îsraîlê li dijî dibistanek Îranê derket 148 kesî

Di êrişa Îsraîlê ya li ser dibistana seretayî ya zarokên keç a li Îranê de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 148 kesî û 95 kes jî birîndar bûn.

Bîlançoya êrişa Îsraîlê li dijî dibistanek Îranê derket 148 kesî
1 adar, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Îsraîlê dibistanek seretayî ya zarokên keç a li bajarokê Minab ê girêdayî eyaleta Hormizgan a dikeve Başûrê Îranê, bombebaran kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mizanê di encama êrişê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiya 148 kesî û 95 kes jî birîndar bûne.

(fr)