Rêveberiya Kobanê nuqteyên hevbeş ên li Şêxlerê şopandin

Rêveberiya Kobanê li gundê Şêxler nuqteyên hevbeş ên hêzên hikumeta demkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) şopandin.

Rêveberiya Kobanê nuqteyên hevbeş ên li Şêxlerê şopandin
Rêveberiya Kobanê nuqteyên hevbeş ên li Şêxlerê şopandin
Rêveberiya Kobanê nuqteyên hevbeş ên li Şêxlerê şopandin
Rêveberiya Kobanê nuqteyên hevbeş ên li Şêxlerê şopandin
1 adar, 2026   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê nuqteyên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên li gundê Şêxler ê gundewarê Kobanê şopandin.

Di serdana nuqteyan de li ser navê Rêveberiya Kobanê Ferhan Hec Îsa axivî. Hec Îsa behsa girîngî û yekrêziya gelê Sûriyeyê kir û li rewşa endaman pirsî.

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de li gundewarê Kobanê nuqteyên kontrolê yên hevbeş hatin avakirin.

(fr)