Bîlançoya erdheja li Kolombiya: 132 kes mirin 570 kes jî birîndar bûn

Bîlançoya erdheja li rojavayê Kolombiyayê giran bû ku roja Duşemê rû da. Hate ragihandin ku ji ber erdheja bi 7,4 pileyî 132 kes mirin, 570 kes jî birîndar bûn.

Bîlançoya erdheja li Kolombiya: 132 kes mirin 570 kes jî birîndar bûn
11 tebax, 2026   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya dawî ya hikumeta Kolombiyayê ji ber erdheja bi 7,4 pileyî ya li rojavayê Kolombiyayê 132 kes mirin, zêdeyî 570 kes jî birîndar bûn. Servîsa Jeolojiyê ya Kolombiyayê ragihand ku erdhej bi dema herêmî saet di 097:34'an de li nêzî San Jose del Palmarê ya li herêma Chocoyê bi 96 kîlometreyan li binê erdê qewimî.

XISAREKE GIRAN LI 32 BAJARAN BÛ

Li gorî rapora destpêkê ya hikumetê, li seranserê welêt erdhejê bandoreke giran li 32 bajaran kir. Hate ragihandin ku li Pereirayê 60, li Caliyê 15, li Quibdóyê 8 û li Manizalesê jî 4 kes mirin.

Bi giştî 86 avahî hilweşiyan. Li bajarên Pereira û Caliyê li hemberî bûyerên talankirinê qedexeya derketina derve hate ragihandin û li hin herêman leşker hatin bicihkirin.

Serokdewletê rastgi,r Abelardo de la Espriella ku piştgiriyê ji Serokê DYE'yê Donald Trump werdigire, piştî erdhejê li seranserê welêt rewşa afetê ragihand.

JI DYE'YÊ ALÎKARIYA BI 15,5 MILYON DOLARÎ

Piştî erdhejê alîkariya navneteweyî kete rojevê. Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê diyar kir ku ji bo stargeh, xurek û tedbîrên ewlekariyê wê alîkariyek ji 15,5 milyon dolarî bike.