Bijîşkê li Şêxmeqsûd: Îro karesatek li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêdibe

Bijîşk Osman ku li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kar dike diyar kir ku îro karesatek li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêdibe û wiha axivî: “Gel rasterast tê hedefgirtin, rê tuneye birîndar bigihin me. Kesên tên gel me jî ji ber bêderfetiyê jiyana xwe ji dest didin, ji ber nebûna elektirîk û mazotê dibe ku îro-sibe nexweşxane bi temamî ji xizmetê derkeve.”

Bijîşkê li Şêxmeqsûd: Îro karesatek li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêdibe
8 ÇILE, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Bijîşk Osman ku li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kar dike, derbarê rewşa taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê agahî dan.

Bijîşk Osman diyar kir ku şerekî pir dijwar li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewime û wiha axivî: “Êrişên bi çekên giran pêk tên. Heta vê kêliyê jî 65 sivîl bûne qurbanê van êrişan. Niha jî kesekî di nava destê me de jiyana xwe ji dest da. Wisa xuya dike êrişeke rasterast heye. Ne tenê hêzên leşkerî, li malan, rêyan, kesên sivîl, zarok, jin, kal û pîr dibin hedef.”

Bijîşk Osman bal kişand ser rewşa tendirûstî ya li taxan û got: “Gelek kesên birîndar ji ber nebûna rêyan nikarin xwe bigihînin bijîşkan û jiyana xwe ji dest didin. Kesên tên gel me jî ji ber bêderfetiyan, kêmbûna derman û bijîşkan nikarin tedawî bibin. Her wiha jeneretorên heyî jî li ser mazotê ne. Mazot jî qut bûye, îro sibe dibe ku nexweşxane ji binî ve ji xizmetê derkeve. Rêya ku birîndaran bigihînin bajar jî tune ye. Îro karesatek li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêdibe, komkujî tê kirin. Li aliyekî mirov li erdê birîndar mane, kesek bikare xwe bigihînê tune ye. Yên ku dikarin bên nexweşxaneyê derfetên xizmetê jî tune ye. Her wiha bijîşkên bixwazin xwe bigihînin me jî ji ber rê nikarin.”

Bijîşk Osman bangawaziya lezgîn kir û berdewam kir: “Divê destwerdanek lezgîn bê kirin. Wijdana me pir diêşe ku birîndar tên ber destê me û em nikarin tiştekî bikin. Ev rewşek mirovî û wijdanî ye. Em weke bijîşk bangawazî dikin ku ev pirsgirêk bi lez bê çareserkirin.”