Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Daxuyaniyên hikumeta demkî bê bingeh in

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyên hikumeta demkî ya ku îdia dike Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cihên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne, red kirin û diyar kir ku ev daxuyanî bê bingeh in û cihên têne topbarankirin malên şêniyan in.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Daxuyaniyên hikumeta demkî bê bingeh in
8 ÇILE, 2026   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê daxuyaniyek weşand û îdiayên hikumeta demkî ku dibêjin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cihên leşkerî yên QSD’ê ne, derewandin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em daxuyaniyên derew ên ku ji hêla 'Wezareta Parastinê ya Demkî ya Sûriyeyê' ve têne dayîn, ku bi rêya weşandina wêneyan îdia dike ku cihên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cihên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) in, bi tevahî red dikin. Em diyar dikin ku ev îdia bê bingeh in, ji ber ku cihên behsa wan tê kirin xanîyên şêniyan in ku sivîl lê dijîn û tu hebûna leşkerî ya QSD’ê li herêmê tune ye.”

Her wiha hate gotin: “Ev agahiyên şaş ên medyayê di çarçoveya hewldanên hikumeta demkî û komên wê de tên kirin, ji bo rewakirina êrişên li ser taxên niştecihbûnê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlên bêçek li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.”