Rojnameyên erebî: Îran stratejiya xwe ya li Sûriyeyê diguherîne

Rojnameyên erebî diyar kir ku rageşiya li Rojhilata Navîn di hevsengiya hêzên destwerdêr ên li Sûriyeyê de dibe ku bibe sedema guhertinên bingehîn. Rojnameyan destnîşan kir ku Îran stratejiyeke nû li Sûriyeyê datîne û Rûsya jî helwesta DYAˈê diceribîne.

Rojnameyên erebî: Îran stratejiya xwe ya li Sûriyeyê diguherîne
18 mijdar, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de rewşa Sûriyeyê, stratejiya Îranê ya li Sûriyeyê û rewşa Ukraynayê kirin rojev.

‘DIBE KU GUHERTINÊN BINGEHÎN LI SÛRIYEYÊ ÇÊBIN’

Rojnameya El Ereb der barê Sûriyeyê de diyar kir ku rageşiya vê dawiyê ya li Rojhilata Navîn dibe ku bibe sedema guhertinên bingehîn di hevsengiya hêzên destwerdêr de.

Hate gotin: “Dibe ku Beşar Esed ji bo parastina stratejiya xwe ya demdirêj têkoşînê bike, bi hêviya ku di serdemên aloz de wek faktoreke aramker bê dîtin û di berdêla wê de ji bo bêalîbûna xwe ji hêzên rojavayî û Kendavê xelatan wergire.”

STRATEJIYA NÛ YA ÎRANÊ YA LI SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd li ser tevgera Îranê ya li Sûriyeyê û serdana şêwirmendê lîderê Îranê Elî Larîcanî û wezîrê parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade ya li Şamê nivîsî.

Rojnameyê diyar kir ku serdana rayedarên payebilind ên Îranê ya li Şamê nîşan dide ku Tehran dê stratejiya xwe ya li Sûriyeyê biguherîne. Rojnameyê bi bîr xist ku êrişên Îsraîlê yên li ser komên girêdayî Îranê didomin.

‘RÛSYA HELWESTA DYAˈYÊ YA DER BARÊ UKRAYNAYÊ RE DICERIBÎNE’

Tora El Hura bal kişand ser êrişên dijwar ên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê û hilbijartina serokê nû yê DYAˈyê. Hate gotin, Rûsya bi êrişên xwe yên li ser binesazî û sivîlan hêza xwe bide nîşandan. Li gorî rojnameyê, Rûsya bi van êrişan dixwaze helwesta DYAˈyê biceribîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Kîev ditirse ku piştî hilbijartina Trump desteka pêwîst a DYAˈyê ya ji bo artêşa wê ji dest bide.

(bb)