Rûsya û Ukrayna 538 girtî berdan

Rûsya û Ukrayna bi navbeynkariya Îmaratê bi sedan girtî pevguhertin.

Rûsya û Ukrayna 538 girtî berdan
20 nîsan, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya û Ukrayna bi navbeynkariya Îmaratê  538 girtî berdan. Di çarçoveya pevguherandina dîlan, birîndar jî di nav de 261 leşkerên rûs û 277 leşkerên ukraynayî hatin berdan.

Wezareta Karên Derve ya Îmratê daxuyand ku dê hewldanên xwe yên piştevaniya çareseriyên aştiyane û kêmkirina pirsigrêkên mirovî bidomîne.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku 277 dîlên ukraynayî vegeriyane welatê xwe.

Rûsya jî bi boneya Cejna Paskalyayê ji aliyê xwe ve agirbesteke yekalî ragihand. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin xwest ku Ukraynayê jî heman gave biavêje.

Ukraynayê îdia kir ku hêzên Rûsyayê agirbestê binpê dike û tişta ku diqewime wekî "hewldanek medyayê ya xapandinê" binav kir.

(bb)