Xiristiyanan Cejna Paskalyayê pîroz kir

Xiristiyanên li bajarê Qamişloyê  Cejna Paskalyayê li dêran pîroz kir û hêvî kirin ku ev cejn ji bo Sûriye û tevahiya cîhanê bibe wesîleya xêrê.

Xiristiyanan Cejna Paskalyayê pîroz kir
Xiristiyanan Cejna Paskalyayê pîroz kir
Xiristiyanan Cejna Paskalyayê pîroz kir
Xiristiyanan Cejna Paskalyayê pîroz kir
Xiristiyanan Cejna Paskalyayê pîroz kir
Xiristiyanan Cejna Paskalyayê pîroz kir
Xiristiyanan Cejna Paskalyayê pîroz kir
20 nîsan, 2025   12:12
QAMIŞLO

Xiristiyanên li bajarê Qamişloyê bi boneya Cejna Paskalyayê (Qiyame) merasîmên olî li dêran li dar xistin.

Merasîm bi lêdana zingilên dêran dest pê kir. Bi sedan Xiristiyanan berê xwe dan dêran û ayînên olî pêk anîn. Di merasîmê de sirûdên olî hatin xwendin, nimêj û duayên taybet ên cejnê hatin kirin. Piştre cejn li hev pîroz kirin.

Jina bi navê Antwanet Kato der barê cejnê de ji ajansa me re axivî û got, atmosfêra îsal a cejnê cuda ye û got, tevahî taîfeyên xiristiyan îsal bi hev re bi kêfxweşî cejn pîroz kir.

Antwanet Kato hêvî kir ku ev cejn ji bo Sûriye û tevahiya cejnê bibe wesîleya aştî, xêr û ewlehiyê.

(bb)

ANHA