HPG: Hevrêyên me Arjîn, Zeryan û Baran li Zapê şehîd bûn
HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne aşkera kirin û daxuyand, “Hevrêyên me Arjîn, Zeryan û Baran xwe fedayê azadiya gelê me kirin û weke ronahiya rûyê gelê me, di dîrokê de cihê xwe yê bi rûmet girtin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên şehîd ev agahî parve kirin:
“Em hevrêyên xwe Arjîn, Zeryan û Baran ên ku xwedî li berxwedaneke dîrokî derketin û di rojên cuda yên sala 2024’an de şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku xeyalên wan pêk bînin.
Hevrêyên me Arjîn, Zeryan û Baran dizanîn ku hemû destkeftiyên li Kurdistanê encex bi têkoşîneke li ser xeta fedayîtiyê dikare bê bidestxistin û bi vê zanebûnê tevlî nava refên gerîla bûn. Ji kêliya destpêkê û pêve xwe fedayê azadiya gelê me kirin. Weke ronahiya rûyê gelê me, di dîrokê de cihê xwe yê bi rûmet girtin. Tevî hemû êrîşên qirkirinê yên dewletên mêtinger ên ku Kurdistan dagir kirine, cewherê di dilê xwe de parastin û tevlî têkoşînê bûn. Ev hevrêyên me derbeya herî mezin li xeyalên sedsalî yên mêtingeran dan. Hevrêyên me Arjîn, Zeryan û Baran heta hemû hucreyên xwe hîs kirin ku PKK tevgereke tolhildanê ye û bi hemû hêza xwe tola komkujiyên li dijî gelê me hatine kirin, hildan û wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih anîn. Hevrêyên me weke şêwazekî jiyanê fedayîtî di kesayeta xwe de temsîl kirin û weke şopdarên fermandara me ya pêşeng Zîlan – Zeynep Kinaci bêyî teredut canê xwe fedayê azadiya gelê me kirin. Bi vî rengî weke milîtanên ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng bi rengekî herî baş fêm kirin, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin.
Em weke hevrêyên Arjîn, Zeryan û Baran, di serî de malbatên wan ên hêja ji tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin, car din li ber bîranîna şehîdên xwe yên fedayî bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin."
Agahiyên der barê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Arjîn Mîrza
Nav û Paşnav: Gulsun Tan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Mevlude – Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Îlona 2024’an / Zap
****
Nasnav: Zeryan Denîz Sarya
Nav û Paşnav: Esra Temel
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayik – Bav: Zahîde – Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Cotmeha 2024’an / Zap
*****
Nasnav: Baran Zîlan
Nav û Paşnav: Eyub Mubarekî
Cihê Jidayikbûnê: Dewlan (Sine)
Navê Dayik – Bav: Ferîşte – Muhammed Saîd
Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Îlona 2024’an / Zap