‛Bi saya şehîdan destkeftiyên Şoreşa Rojava parastî ne’

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Hesekê û Serêkaniyê ji bo 3 şehîdên YPJˋê merasîmeke xiyabî li dar xist û got, "Bi saya şehîdan destkeftiyên Şoreşa Rojava parastî ne."

3 gulan, 2025   19:30
HESEKÊ

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Hesekê û Serêkaniyê ji bo 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jin  (YPJ) şehîd Axîn Koçber (Rozîv Mihemed Lo), Sema Hesekê (Rama Xelîl) û Tolhildan Serêkanî (Sozdar Mihemed Ebdullah) û tevî du hevalên wan di 9' Cotmehê de li Minbicê şehîd bibûn, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîm li taxa Miftî ya bajarê Hesekê bi beşdariya koçberên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, şêniyên Hesekê, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û şervanên YPJ, YPG, û QSD'ê, hate lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbata Şehîdan Rewan Şêxo axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Bi saya van şehîdan em niha bijîn. Em jî soza xwe nû dikin û heya dawiyê şopdarî rêya şehîdên xwe in."

'LI DIJÎ TESLÎMEYET Û XIYANETIYÊ CANÊ XWE KIRIN FEDA'

Her wiha yek ji Fermandariyên Yekîneya Parastin jin YPJ'ê Evînar Dêrîk axivî û got: "Di şexsê her 5 şehîdan de divê em bizanibin ku nameya wan daye me çi ye. Di şexsê şehîdên me de dîroka jinê xwe nûjen kir. Di dîroka Kurdistanê û dîroka jinê de ev ne cara yekemîn e jinan xwe feda kiriye, bo nimûne Bêrîtan, Sema, Zîlan, Arîn, Avêste û mîna hemû pêşengên jin jî şervanên me bê teredûd canê xwe kirin fedayî."

'SOZA TOHILDANÊ HATE NÛKIRIN'

Evînar wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema ku çeteyên Tirkiyê êrişên xwe dagirkerane birin ser bajarê Minbicê, ev fermandar û şervanên me yên qehreman yekser, bi biryardariyeke mezin berê xwe dane bajarê Minbicê. Li gel hemû êrişên dagirkeriyê, rêhevalên me bi çalekiyên cûrbicûr li beramberî dijminê hov, xwe kirin bendavek mîna Tişrînê. Her 5 hevalên me îxanet û teslîmeyet qebûl nekirin û heya dawiyê li ber xwe didin û digihêjin asta şehadatê."

Evînar di dawiya axaftina xwe soza tohildanê nû kir. 

'BI SAYA ŞEHÎDAN ÎRO DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA ROJAVA TÊN PARASTIN'

Dûre endama Kongra Star Xalîde Botî got: "Bi saya şehîdên leheng em bi aramî dijîn. Şoreşa me bi xwîna şehîdan ava bûye. Em ê bi sekn û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re şoreşa xwe û destkeftiyên welatê xwe biparêzin."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Eşref Elî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand: "Van lehengan di oxira parastina welat û gelê xwe de dudilî nebûn û rêya parastin û rûmetê heta şehîd bûn domandin."

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Sîno wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Dûre dayika şehîd Axîn Koçber, Emşa û apê şehîd Tolhildan Serêkanî, Xalid Ebdullah axivîn û her du malbatan jî soza bilinkirina têkoşînê da.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(zş/fr)