HPC’ê li Dêrazorê têkildarî azadiya Rêber Apo civînek li dar xist

HPC’ê, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û nêrîna wî ya ji bo pêşengiya jinê ji civakê re, li kantona Dêrazorê civînek li dar xist.

HPC’ê li Dêrazorê têkildarî azadiya Rêber Apo civînek li dar xist
HPC’ê li Dêrazorê têkildarî azadiya Rêber Apo civînek li dar xist
HPC’ê li Dêrazorê têkildarî azadiya Rêber Apo civînek li dar xist
HPC’ê li Dêrazorê têkildarî azadiya Rêber Apo civînek li dar xist
HPC’ê li Dêrazorê têkildarî azadiya Rêber Apo civînek li dar xist
HPC’ê li Dêrazorê têkildarî azadiya Rêber Apo civînek li dar xist
HPC’ê li Dêrazorê têkildarî azadiya Rêber Apo civînek li dar xist
3 gulan, 2025   20:22
DÊRAZOR

Hêzên Parastina Civakî (HPC) li kantona Dêrazorê, ji bo hişyarkirina li ser rêwîtiya şoreşgerî ya Rêber Abdullah Ocalan û nêrîna wî ya li ser rola jinê di avakirina civakan de, civînek li gundê Sewa li dar xist.

Di civînê de gelê gund, endamên HPC, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, nûnerên saziyên sivîl li gundewarê rojavayê Dêrazorê amade bûn.

Her wiha sînevîzyonek li ser nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî cihê jinê di civakan de hat pêşandan.

Rêvebera HPC’ê Azadî Hesen got: "Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev nêrîn temsîl kir û di birêvebirina civakê ber bi azadî û demokrasiyê de hêza xwe îsbat kir."

Azadî diyar kir ku ew ê li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya jinê û avakirina neteweya demokratîk bingeha pêkanîna azadiyê ye, têkoşîna xwe bidomînin.

Civîn bi nîqaşên li ser rola jinê di şoreşê de dewam kir. Beşdaran anî ziman ku ew heta pêkanîn azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser rêça wî ne.

(fr)