Bi piştgiriya civakê Şaredariya Sêgirê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn

Şaredariya Gel a Sêgirê îsal rêzeprojeyên xizmetguzariyê yên berfireh pêk anîn. Şaredarî xwe dispêre derfetên xwe û însiyatîfên civakî yên şêniyên bajêr.

Bi piştgiriya civakê Şaredariya Sêgirê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn
Bi piştgiriya civakê Şaredariya Sêgirê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn
Bi piştgiriya civakê Şaredariya Sêgirê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn
Bi piştgiriya civakê Şaredariya Sêgirê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn
Bi piştgiriya civakê Şaredariya Sêgirê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn
Bi piştgiriya civakê Şaredariya Sêgirê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn
30 kanûn, 2025   06:40
HESEKE
CAN ILÊWÎ

Tevî çavkaniyên kêm jî Şaredariya Gel a bajarokê Sêgirê yê bajarê Dirbêsiyê wekî mînakeke zindî ya rêveberiya xizmetguzariyê derdikeve pêş. Şaredariyê bi derfetên xwe yên kêm û hêza civakê û însiyatîfên civakê bi kar anîn da ku guhertineke berbiçav di xizmetguzariyê de çêke. Di sala 2025`an de şaredariyê bi hevkariya niştecihên bajarok û gundên wê, rêzeprojeyên serkeftî pêk anîn.

Şaredariyê 13 projeyên xizmetguzariyê pêk anîn, wekî sererastkirin û asfaltkirina rêyan, sererastkirina depo û xetên avê. Di plana şaredariyê de gele projeyên din hebûn, wek sererastkirina 60 kîlometre rêyan ku heta niha sedî 45 pêk hatiye û xebat hîn jî ji bo qedandina projeyê berdewam dike.

Her wiha Şaredariya Gel 42 kampanyayên paqijkirinê yên li taxên bajêr û gundên derdorê pêk anîn, û her weha sê kampanyayên çandina daran pêk anîn, wekî beşek ji hewildanên ji bo baştirkirina jîngehê û baştirkirina dîmena giştî ya hajarokê.

Di plansaziya xwe ya sala 2026`an de şaredariyê çend projeyên xizmetguzariyê danîne, ku giranî dide li ser bîrên avê yên gundan pergalên enerjiya rojê deyne, her wiha danîna asfaltê, bicîhkirina torên kanalîzasyonê û sererastkirina xetên avê.

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarokê Sêgir, Hemrîn Cowî, derbarê rewşa niha ya xebatên şaredariyê de axivî û diyar kir ku şaredariyê ji bo destnîşankirina projeyên sala 2025`an bi komînên bajêr re civîn li dar xistine. Lêbelê, ji ber hin şaşiyan para şaredriya Sêgir ya budçeyê negihişt, ev yek jî bû sedem ku ew xwe bispêre dahatên xwe û ji bo pêkanîna projeyan bi şîrketeke makîneyan re peymanek çêbike.

Hemrîn Cowî diyar kir ku şaredarî ji ber kêmbûna alav û amûran zehmetiyê dikşîne, ku ev yek pêkanîna gelek projeyan asteng dike û hêza şaredariy wê ya bicîhanîna daxwazên zêde yên komînan sînordar dike.

Hemrîn destnîşan kir ku insyatîfên ku ji hêla gundiyan ve îsal hatine destpêkirin bû alîkar ku gelek proje werin pêkanîn, ev yek bû sedema xurtkirina bawerî û rêkiliya di navbera Şaredariya Gel û civakê de, û encamên berbiçav li ser erdê de hatin bidestxistin.

Di derbarê pirsgirêka avê de, hevseroka şaredariyê diyar kir ku bi ji Sedî 75`ê gundên bajarokê Sêgir derê ava vexwarinê ya ne paqij dikişînin. Şaredarî, di çarçoveya çavkaniyên xwe yên kêm de, bi rêya pênc bîrên ava şirîn û du tankerên avê yên Şaredariya Gel, hewl dide ku pêdiviyên şênyan peyda bike.

ANHA