Xwendekarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandina hevalên xwe şermezar kir

Xwendekarên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê revandina xwendekarên zanîngehê ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz ve, dorpêça li ser herdu taxan şermezar kir. Xwendekaran banga rawestandina êrişan û hesabdayîna sûcdaran kir.

Xwendekarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandina hevalên xwe şermezar kir
Xwendekarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandina hevalên xwe şermezar kir
Xwendekarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandina hevalên xwe şermezar kir
Xwendekarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandina hevalên xwe şermezar kir
30 kanûn, 2025   02:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Di 27'ê Kanûnê de komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 2 xwendekarên zanîngehê, dema vedigeriyan malên xwe yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, revandin. Agahî hene Ehmed hatiye berdan lê Bangîn hîn girtî ye.

Xwendekar Ehmed Ferîd got her çend rojan bi tank û çekên giran, bi awayekî bêserûber êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, li kêlek wê jî dorpêç berdewam e.

Ehmed Ferîd diyar kir ku "Rêbendên kontrolê yên komên çekdar xwendekarên herdu taxan asteng dikin û tiştên wan ên şexsî wekî telefonan vedikin û li gorî nasnameya wan, wan direvînin û gotinên xerab ji wan re dibêjin. Bi vî awayî xwendekar ji zanîngeha li bajêr bêpar dimînin."

ˋASTENGÎ LI DIJÎ XWENDEKARAN DIDOMINˊ

Xwendekar Şêro Mihemed jî diyar kir ku rêya zanîngehê ji bo xwendekaran cihê metirsiyê ye, ji ber ku ji aliyê komên hikumeta veguhêz ve tên astengkirin û revandin, gotinên xerab ji wan re tên kirin.

Hemwextî nêzbûna ezmûnan Şêro banga rawestandina van binpêkirinan kir, da ku xwendina perwerdeya xwe temam bikin, her wiha daxwaza rawestandina êrişên li dijî her du taxan kir.

Mihemed diyar kir ku şêniyên herdu taxan di peydakirina pêdiviyên sereke yên jiyanî de gelek zehmetiyan dikişînin û wiha domand: "Yek ji xizmên min çû cereyeke (top) xazê ji bo malê bîne, lê belê koman rê neda wî ku cere derbasî herdu taxan bike."

Şêro Mihemed bang li aliyên berpirs kir ku ewlehî û aramiyê ji tevahî gelê Sûriyeyê re, bi taybetî ji xwendekaran re pêk bînin û got: "Dema em diçin zanîngehê, em bi fikar in û ne rihet in."

Xwendekara asta amadehî ya dibistana Şehîd Cûdî Amanos, Selwa Mamo li ser dorpêçkirina herdu taxan got ku di encama dorpêçê de sotemenî li dibistanan nemaye û xwendekar di sermayê de dersan dibin.

Selwa Mamo got: "Ji ber topbarana li dijî herdu taxan em zêdetirî hefteyekê neçûn dibistanê, nexasim ku gelek avahiyên wekî mizgeftan hatin topbarankirin."

Selwa Mamo banga bidawîkirina binpêkirina mafê wan ê xwendinê, dorpêç û revandina xwendekaran kir.

(mh/fr)