Bi sala nû re koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle kir

Koçberên Efrînê yên li bajarê Hesekê dijîn daxwazên xwe ji bo vegera ewle ya li mal û erdên xwe anîn ziman û diyar kir ku bêyî garantiyên rastîn ew nikarin vegerin.

Bi sala nû re koçberên ji Efrînê daxwaza vegera ewle kir
30 kanûn, 2025   05:50
HESEKE
BILIND HACÎ

Bi nêzîkbûna sala 2026`an re, hêviyên koçberên Efrînê ji bo vegerê piştî hilweşîna rejîma Baasê, bi taybet piştî peymana 10`ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta veguhêz de, geştir bûn. 

Ajansa me bi çend kesan re ku bi zorê ji Efrînê hatine koçberkirin û li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê dijîn, hevpeyvîn çêkirin. Koçberan nêrîn û daxwazên xwe yên der barê vegera malên xwe de anîn ziman.

Koçbera bi navê Cemîla Hisên El Eqîl der barê mijarê de got: "Em hêvî dikin ku bi ewlehî vegerin deverên xwe, em daxwaz dikin ku Neteweyên Yekbûyî garantiyên rastîn ên navneteweyî bide me. Ger garantiyên navneteweyî tune bin, em ê nekarin vegerin, ji ber hîna jî em ji binpêkirinên çeteyan ditirsin. "

Koçberê bi navê Zekeriya Hemze Şêx Mihemed êşa xwe wiha vegot: "Em ji sala 2018`an vir ve koçber bûne. Berî wê, gelek malên me li Helebê hatin wêrankirin û dûre em koçî Efrîn bûn. Em ji wir jî koçber bûn. Bi nêzîkbûna sala nû re, daxwaza me ya herî mezin ew e ku em bi garantiyên navneteweyî vegerin malên xwe û mîna her kesî bi azadî û ewlehî bijîn. Berî ku em vegerin, divê çeteyên li wir werin derxistin. Dema ku revandin û girtin berdewam dikin, em nikarin behsa ewlehiyê bikin. Îro, êdî tu hincet ji bo hikûmeta veguhêz tune ku van tedbîran negire."

Koçbera bi navê Nisrîn Mihemed, xwesteka xwe ya vegera birûmet anî ziman û got: "Em dixwazin bi rûmet, bêyî êş û tirsê vegerin Efrînê. Dema ku em vegerin, em garantiyên ewlehiyê yên rastîn dixwazin, divê em hîs bikin ku mafê me li ser axa me heye. Zarok û xelkên Efrîn bi salan e êşê dikişînin, û em dixwazin vegerin axa xwe da ku em karibin wê ji nû ve ava bikin."

Koçberê bi navê Ebdo Henan Seyed bal kişand ser aliyên mirovî û neteweyî yên vegerê û got: "Hêviya me ew e ku em vegerin mal û milkên xwe ku Sûriyee aram bibe,û hemû xelkên wê vegerin malên xwe, çi Kurd bin, çi Ereb bin, çi ji her pêkhateyeke din bin. Em dixwazin ku hezkirin di navbera mirovan de serdest be û em wekî bira bijîn. Divê vegera me bi rûmet be, û her kes bi hev re vegere malên xwe."

(k)

ANHA