′Ji mafê me ye em li ser xaka xwe bi nasnameya xwe bijîn′

Dayik û xwişkên gerîla piştgiriya xwe ji keç û xortên xwe yên gerîlayan li çiyayên Kurdistana azad re nîşan da û got ne tenê hêz li dijî dagirkerî û mêtingeriyê şer dikin, gelê Kurd jî li kêleka wan in heta Kurdistan û gelên bindest rizgar dibin.

′Ji mafê me ye em li ser xaka xwe bi nasnameya xwe bijîn′
7 kanûn, 2023   03:39
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Dayik û xwişkên gerîlayên HPG′ê li ser berxwedana mezin ku gerîla li çiyayên Kurdistanê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker raber dikin axivîn.

Rewşen Şêxmûs, dayika şehîd Elî Hesen Murad (Çiyager) ku di 2016′an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, axivî û wiha got: "Gelê Kurd rojekê serî ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker re netewandî, li dijî hovîtiya wê li ber xwe da û li tevah tevahî plan û komployên wê sekinî. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya metirsiyê ne."

Rewşen berxwedana gerîla ji bo rizgarkirina Kurdistanê ji nîrê mêtingerî û dagirkeriyê silav kir û wiha domand: "Gerîla zarokên me ne û di oxira pêkanîna mafên gelê xwe de tê dikoşin."

Rewşen di dawiyê de got: "Helwesta me zelal û aşkera ye, em ê di têkoşîna xwe de li kêlek gerîla heta dawiyê dewam bikin û tiştên giranbiha bidin."

Li aliyekî din jî Eyşe Îbrahîm, dayika gerîla Şahîn û Şukrî Mihemed Şerîf e ku di salên 1990′î de şehîd bûbûn, axivî û got: "Divê dewleta Tirk a dagirker bizane dema li şûn rondikan xwîn jî herîkî em dev ji gerîlayan bernadin. Ger yek şehîd be, dê bi sedan tev lê bibin. Em ê têkoşîna xwe li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan dewma bikin."

Qedriye Îbrahîm Derwêş, xwişka şehîd Hozan Hewas ku di dawiya 1996′an li çiyayên Kurdistanê de şehîd bûbû, axivî û got: "Yekane xwesteka me wekhevî, azadî û demokrasî ye. Ev maf, ji mafên mirovan mafekî xwezayî ye. Ji mafê me ye em li ser xaka xwe bi nasnameya xwe bijîn."

Qedriye soza da ku parastina xaka û welatê xwe Kurdistanê dewam bike û dê di oxira wê de her tiştî bike û li ser şopa şehîd, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike.

Nora Silêman Kêlo, xwişka şehîd Xemgîn Kêlo ku di 2014′an de şehîd bûbû, axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker tevahî sûc li dijî zarokên me pêk anîn, tevah cureyên çekên qedexekirî li pêş çav û guhên dewletên îdiaya parastina mafên mirovan dikin bi kar anîn."

Nûra di dawiyê de bang li gelên azadîxwaz û Kurdan kir ku di oxira rizgarkirina Kurdistanê de piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de tê bikoşin.

(fr)

ANHA