Bi lêxistina zengilan cejna Noelê hate pîrozkirin

Bi sedan xiristiyanên bajarên Qamişlo û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê bi merasîm, lavij û sirûdan li dêrên her du bajaran cejna Noelê (rojbûna Îsa Mesîh) pîroz kirin.

25 kanûn, 2024   12:21
QAMIŞLO

Bi sedan xiristiyanên li bajarên Qamişlo û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna merasîmên olî yên vê rojê berê xwe dan dêrên her du bajaran.

Merasîm bi dengê zengilên dêrê û xwendina lavij û sirûdên têkildarî jidayikbûna Îsa Mesîh dest pê kir.

Di dawiya merasîmê de şêranî hatin belavkirin û şêniyan hevdû pîroz kirin.

Xirîstiyanên li cîhanê cejna Noelê pîroz dikin, ku li gorî salnameya rojavayî her sal dikeve 25ê Kanûnê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastinê di nava her du bajaran de rêyên hin taxên nêzî dêran girtin, û li nêzî wan bicih bûn.

(k)

Tirbespiyê

qamişlo