Yekitiya Jinên Êzidî cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir

Yekitiya Jinên Êzidî cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir û xwest ku aştî û hezkirin li Sûriyeyê û cîhanê belav bibe.

Yekitiya Jinên Êzidî cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir
25 kanûn, 2024   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya cejna Noelê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Bi vê boneyê em wek Yekitiya Jinên Êzidî bi dilgermî li hemû xiristiyanan pîroz dikin û em hêvî dikin ku hezkirin û aştî li Sûriyeyê û cîhanê belav bibe.”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser girîngiya pêkvejiyana pêkhate û mezheban hate kirin û hate destnîşankirin ku Sûriyeya îro di rewşeke awarte de ye û di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, ku divê paşerojeke geş ji bo hemû gelê Sûriyeyê were pêkanîn û her kes reng, bawerî û çandên xwe yên cuda bi hev re parve dike.

(k)