Bi kêmbûna rêjeya ava Dîcleyê re gundên Êzîdî yên veşartî hatin vedîtin

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Dîcleyê, şûnwar û şopên gundên Êzîdî yên kevin ên ku berî zêdetirî 40 salan di bin avê de mane, diyar bûn.

Bi kêmbûna rêjeya ava Dîcleyê re gundên Êzîdî yên veşartî hatin vedîtin
16 hezîran, 2025   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojên dawîn de ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Dîcleyê, şûnwar û şopên gundên Êzîdî yên kevin ên ku di bin avê de mabûn hatin vedîtin. Ji wan gundan gundê Xêrava û Xankî yên navçeya Xankiyê. Di van gundan de jiyana civakî ya geş hatibû meşandin û tê de gelek perestgehên Êzîdî û avahiyên ku vedigerin gelek serdemên dîrokê hene. Ev jî kevnarî û reseniya civaka Êzîdî ya herêmê nîşan dide.

Ji avahiyên taybet ên ku heta niha hatine dîtin avahiya dibistana Xankî ye. Dibistan di navbera salên 1958 û 1959'an de hatiye vekirin û berî ku di bin avê de bimîne, vekirî bû.

 SEDEMA BINAVBÛNA DÎCLEYÊ

Di destpêka salên 80'yan de ev gund di encama projeyên hikumetê yên avakirina bendavan û projeyên din ên avê de, binav bûn. Di encama van projeyan e rêjeya avê li hin deveran zêde bû û gelek gund û bajarok di bin avê de man bê ku agahiyên wan deveran werin belgekirin û şûnwarên çandî û olî yên li wir werin parastin.

Lê ji gelek salan ve, ji ber rewşên hewayê û avakirina bendavan di xaka Tirkiyeyê de, rêjeya ava çemê Dîcleyê kêm bûye û bandoreke nerênî li jîngeh û jiyana aborî û kultûrî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike.

GIRÎNGIYA VÊ VEDÎTINÊ

Ev yek rê li ber dîroknas, lêkoler û şûnwarnasan vedike da ku hîn kûrtir kultûra Êzîdiyan û dîroka wan nas bikin. Ev jî balê dikişîne ser zehmetiyên belgekirina çandê hemwextî guhartinên jîngehî. Bûyereke wiha girîngiya belgekirina mîrasê û parastina wê nîşan dide.

Hemwextî kêmbûna avê ya berdewam, tê pêşbînkirin ku cihên din werin vedîtin û wêneyeke zelaltir ji dîroka berî dehsalan diyar bibe.

(mh)

ANHA