Bi hezaran kes ji bo Rêbertî meşiyan

Bi hezaran şêniyên li kantona Firatê li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi hezaran kes ji bo Rêbertî meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Rêbertî meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Rêbertî meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Rêbertî meşiyan
21 mijdar, 2024   14:26
KOBANÊ

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ragihandin ku desthilata Tirk hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din qedexe kirin. Parêzeran destnîşan kir ku ew biryarê napejirînin û dê daxwaznameyekê ji dadgeha destûrî ya bilind re li dijî vê biryarê pêşkêş bike.

Bi hezaran şêniyên li kantona Firatê li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê heta Qada Şehîd Egîd meşiyan.

`SÎWANA MEZIN A GELÊ KURDISTANÊ Û PÊKHATEYÊN WÊ DIPARÊZE, RÊBER E`

Şênî ku li kolanên bajarê Kobanê meşiyan li Qada Şehîd Egîd mîtîngeke li dar xist. Di mîtîngê de endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Firatê Salih Nûh axivî û got: "Dewleta Tirk bi rêya lîstokan dixwaze dîrokê dubare bike. Lê bila baş bizane ku sîwana mezin a gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê diparêze, Serok Abdullah Ocalan û ramanên wî yên ronak e."

Nûh wiha domand: "Gelê me vê zulmê qebûl nake. Dewleta Tirk ji 26 salan ve Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û tecrîdeke giran lê ferz dike. Em vê rewşê qebûl nakin. Êdî gelê Kurd hişyar e. Têkoşîna wî li Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest nexin, gelê me ranaweste."

Mîtîng bi dûrişmeya "Bê Serok jiyan nabe bi dawî bû".

(şx/k)

ANHA