Di êrişên li ser Xezayê de bi kêmanî 90 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, zêdetirî 90 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de bi kêmanî 90 kes hatin kuştin
21 mijdar, 2024   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh derengî şevê taxa Şêx Redwan, Mewasî, Xan Yûnis û kampa Nesîrat ên Xezayê bombebaran kirin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku di êrişa li ser taxa Şêx Redwan a li bakurê rojavayê Xezayê de 12 zarok û 10 filistînî hatin kuştin. Hate diyarkirin ku ekîbên ambulans û enqazan lêgerîna li nava kavilan didomînin.

Heman ajansê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev li herêma Miwasî ya li Xan Yûnisê kampa koçberan bombebaran kir.

Berpirsên tenduristiyê diyar kir ku di êrişên li ser bakurê Xezayê de bi kêmanî 65 kes hatine kuştin.

Medyaya xwecih da zanîn ku di êrişa îro ya li kampa Nisêrat jî de 2 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li herêma Cebalyayê çargoşeyeke ku ji nêzî 9 malan pêk tê û zêdetirî 200 kes lê dimînin bombebaran kirin, di encamê de hejmareke mezin a qurbaniyan çêbû.

(bb)