‘Ji ber bombebaranên dewleta Tirk astengî ji serjimêriyê re derdikeve’

Serokê Desteya Amaran û Şêwirmendê Wezareta Plandanînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed diyarkir ku ji ber bombebaranên artêşa Tirk astengî ji tîmên serjimêriyê re çêdibin.

‘Ji ber bombebaranên dewleta Tirk astengî ji serjimêriyê re derdikeve’
21 mijdar, 2024   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Amaran û Şêwirmendê Wezareta Plandanînê ya Hikûmeta dem borî ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed, di daxuyaniyekê de diyarkir ku ji ber êriş û bombebaranên artêşa Tirk astengî ji karê serjimêriyê re derdikeve.

Sîrwan Mihemed da zanîn ku ji ber bombebaranên dewleta Tirk tîmên serjimêriyê nikarin serdana wan deverên ku metirsiya bombebaranê li ser hene bikin.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker rojane gund û deverên sinorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Li beramber de jî hikûmeta demborî ya Herêmê û Iraqê bêdeng û bêhelwestin.