Bi hezaran jinan kezî hûnandin

Li seranserî cîhanê bi hezaran jinan bi hûnandina keziyan bertek û nerazîbûn nîşanî qutkirina keziya şervaneke YPJ’ê ya şehîd da.

Bi hezaran jinan kezî hûnandin
23 ÇILE, 2026   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî cîhanê bi hezaran jinan bertek nîşanî şehîdxistina şervana YPJ’ê û qutkirina keziya wê ji aliyê çeteyekî hikumeta demkî ve da. Parlamenterên jin ên Ewropa û Tirkiyeyê, rojnamevan, çalakvan û hunermendan bi hûnandina keziyan bertek nîşan da.

Nûnera Partiya Navîn a Siwêdê (Maud Olofsson) a di Parlamentera Ewropayê de Ebîr Sehlanî ku bi helwesta xwe ya piştgiriya mafên Kurdan û jinan tê naskirin, dîmenên hûnandina keziya xwe parve kir, pê re "Gelê Kurd ji terorê bihêztir e" û "Jinên Kurd ji jiyanê mezintir in" nivîsî û got: "Divê ev kesên bihêz bi tenê neyên hiştin. Mafên mirovan ne vebijêrkek e û tenê di demên guncaw de tên aktîfkirin.” Ebîr nivîsa xwe bi dirûşma "Bijî Kurd û Kurdistan" bi dawî kir.

Rojnamevan Krîstîn Şahîn wiha nivîsî: "Ez keçeke Durzî me. Piştgiriya jinên Kurd û Elewî dikim, ji ber ku qebûl nekirin rûmeta xwe radestî biyaniyan bikin û berdêlên azadiyê dan."

Krîstînê di nivîseke din de wiha got: "Kezî ne tenê por e, kezî helwest e. Yên vê helwestê nizanin, ditirsin. Ya ku rû daye hewldanek ji bo qutikirina rûmetê ye.”

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Meral Daniş Beştaş, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Feleknas Uca jî bi parvekirina nivîs û dîmenên hûnandina keziyên xwe bertek nîşan dan.

Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî di civîna parlamentoya Tirkiyeyê de wêneyê çeteyê ku keziya şervana YPJ’ê qut kiriye nîşan da û got dewleta Tirk piştgiriya wan çeteyan dike.

Li ser asta cîhanê jî bi hezaran jinan bi hûnandina keziyan nerazîbûn nîşan da.

(b)