Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî

Bi nêzbûna biharê re ku tê de gelek bone û cejn hene; mîna 8ˊê Adarê, 10ˊê Adarê Roja Cilên Kurdî, cejna Newrozê, dikanên sûkên Qamişloyê bi caw û qumaşên rengîn û cilên gelêrî yên Kurdî hatine xemilandin.

Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî
Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî
Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî
Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî
Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî
Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî
Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî
Bi hatina biharê re durûtina cilên Kurdî
3 adar, 2024   04:36
QAMIŞLO

Li gel zêdebûna daxwazên jin, mêr û zarokan li ser kirîna qumaşên durûtina cilên Kurdî, durûnkar û werşeyên durûtîna cilên Kurdî bi saetên dirêj li ser karên xwe ne, da ku daxwazên şêniyan ên durûtînê pêk bînin.

Durûnkar Şehnaz Dawûd (50 ) a ji Amûdê ku 29 sale  vê kare dike li ser mijarê wiha got: "Bi hatina biharê daxwazên cilên Kurdî zêde dibin. Ji ber ku tê de gelek bone hene û dewat jî çêdibin. Her wiha gelek model û cureyên qumaşan hene."

Cilûbergê jina kurd ji "kras û palpiştan" pêk tê, ew cil û bergeke dirêj e bi milên dirêj ve girêdayî bi du dûvikên konik dirêj ve girêdayî ye, ji qumaşê pir zelal û bi têlên hevrîşimî ku li ber destan nerm in û bi cûrbecûr mînyaturan hatine xemilandin. Jina kurd di binê cilê xwe de kirasekî zirav û spî li xwe dike, bi rengê tarî û nezelal, an jî kras û elbik, ji çakêtekî kurt û bê mil, ku ji qumaşekî taybet hatiye dirûtin, bi tevahî bi mînyatur û bibiriqan hatiye dirûtin li xwe dike.

Cilûbergê mêran ji şerwalan, şûtikê bi rengê sivik û dibe ku nexişandî be, pêk tê.

Li gorî cure, durûtin û qumaşan biha tê guhartin, hina caran durûtin digihîne 100 dolarî.

Li aliyekî din jî durûnkar Ridwan Xelîl  ku ji 44 salan ve di vî pîşeyê de dixebite û li Qamişloyê kargeheke wî ya durûtinê heye got ji ber desthilatê ewlehî ya li dijî gelê Kurd hatiye bikaranîn û nehiştina lixwekirina cilên Kurdî, piştî şoreşê gel bi awayekî zêde cilên klasîk li xwe dikin.

Xelîl anî ziman ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê îsal durûtîna cilan pir kêm e û wiha domand: "Di encama topbaran û bombebarana binesaziyên herêmê ku krîzeke debarê çêkir, durûtina cilan ji hêla gel ve pir kêm e."

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salane pîrozbahiyên mezin li dar dikevin; 8ˊê Adarê, cejna Newrozê. Di wan pîrozbahiyan de gel bi cilên xwe yên klasîk beşdar dibin.

Mîhrîcana Jin a Huner û Wêjeyê ya salane li Qamişloyê di 1ˊê Adarê de li dar dikeve, îsal mîhrîcan bi pêşkêşkirina cilên klasîk ên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarixistin. Di mîhrîcanê de mêr, jin û zarok ji tevahî pêkhateyên herêmê bi cilên xwe beşdar bûn.

(fr)

ANHA