ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2024
3 adar, 2024   02:00

Prof. Margo Okazawa-Rey diyar dike bi rêya şehîd Nagihan Akarsel û jinên Kurd ên şoreşger, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nas kiriye û dibêje projeya konfederalîzma jinan a demokratîk a jinan heyecanê dide wan.(BI WÊNE)

Di 2017'an de dema ku hîna Şengalê êşên hovîtiya çeteyên DAIŞˊê dikişandin, hêzên PDK'ê li dijî navçeya Xanesorê êrişek pêk anî. Di encamê de şervanên YBŞˊê, gerîlayên HPGˊê, rojnameger Nûjiyan Arhan û endama Tevgera Jina Êzidî Nazê şehîd bûn. (BI WÊNE)

Jinên li Navenda Şêla ya Parastina Jin yekemîn car bi berhemên xwe beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bûn. Jinan peyama “Xwestin koletî, me afirand azadî” da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi nêzbûna biharê re ku tê de gelek bone û cejn hene; mîna 8ˊê Adarê, 10ˊê Adarê Roja Cilên Kurdî, cejna Newrozê, dikanên sûkên Qamişloyê bi caw û qumaşên rengîn û cilên gelêrî yên Kurdî hatine xemilandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa pêşdeçûnên li Siwêdaya Sûriyeyê, hilbijartinên Îranê, rewşa Lîbya û Iraqê kiribû. (BI WÊNE)

Lubnan ji aliyê siyasî heta aborî, ewlehî û civakî bêtirî 4 salan e di nava valahiya serokatî, sazûmanî û hikumeta heyî de, di nava qeyranên kûr de ye. (BI WÊNE)

Bi diruşma ˊEm 8ˊê Adarê bikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanêˊ Meclisa Jınan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê 8ˊê Adarê û têkoşîna jinan de li hola Parka Xabûr a Hesekê panelekê li dar dixe, saet 09:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8ˊê Adarê de meclisên Kombûna Jınan a Zenûbiya li kantonên Minbic, Reqa û Dêrazorê meşan li dar dixin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Suryan li hola Zana ya Qamişloyê kongreya xwe ya 4ˊan li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li xwendekarên koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Serêkaniyê karnameyên werza yekemîn a dibistanê tên belavkirin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Kobanê ya kantona Firatê bi merasîmeke heybet û bi beşdariya mêvanan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendeka xwe ya nû li başûrê Kobanê vedike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Eyn Îsayê ya kantona Firatê li ser 8ˊê Adarê komxebatekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Tirbespiyê dikanên alavên paqijiyê li sûka navendî vedike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sûriya Demokratîk bi diruşma ˊhevjiyana azad bingeha guharîna ber bi demokrasiya li Sûriyeyê ve yeˊ panelekê li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star  a Til Hemîsê ya kantona Cizîrê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8ˊê Adarê de li hola PYDˊê dewreyeke fikrî ji mêran re vedike, her wiha bi rêxistinkirina Kongra Star dê taxên Dirbêsiyê werin xemilandin, li kêlek wê jî semînera ji mêran de di roja duyemîn de dewam bike, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşandana yekemîn a xebata stranê ya sînemayê ya ˊkeziyên sorˊ a Hîlala Zêrîn li ser dika navenda çandê ya Reqayê, dika Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê û dika Navenda Baqî Xido ya Kobanê dest pê dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA