'Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan destkeftiyên şoreşa Rojava tên parastin'
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevahî pêkhate bi hev re dijîn û parastina xaka xwe dikin û got "Destkeftiyên şoreşa Rojava bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan tên parastin."

Pêkhateyên bajarê Hesekê destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk ji bo tevahî gelan dê bibe rêya aştiyê.
Ji pêkhateya Ereb Bedrî Ebdila diyar kir ku di navbera tevahî pêkhateyan de wekhevî heye û wiha got: "Di nava tevahî pêkhateyan de Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, misilman û êzidî de bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan yekbûn û biratî hate avakirin."
Ebdila wiha behsa mafê jinan kir: "Bi belavbûna felsefeya Rêber Apo jin ji koletiyê xelas bûn û mafên xwe bi dest xistin. Jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe di her qadê de cih girt."
Ebdil diyar kir ku beşdariya hemû pêkhateyan di rêvebirina hêremen, bajar û gundan de heye, bi projeya neteweya demokratîk bajar tên birêvebirin û wiha got: “Bi saya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan tevahî destkeftiyên şoreşa me tên parastin û xaka me tê parastin û saziyên me bi wekehiya di navbera gelan de tê birêvebirin.”
Ji pêkhateya Kurd Xezel Silêmen Dawûd diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevahî pêkaheteyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li derdora projeya Netewa Demokartîk Kom bûne û wiha got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan tevahî gel bi hev re xaka xwe diparêze, di şer de bi hev re şer dikin û bi hev re xaka xwe diparêzin û saziyên xwe jî bi hev re bi rêve dibin. Her wiha jinê jî di her qadê de cih girtiye ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. îro dîroka tevahî jinan di şoreşa Rojava de ji nû ve hate nivisandin."
Ji pêkhateya Ermen Silda Sîmon wiha got: "Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî gelek desthildariyê sîsetema kapîtalîst hatin. Em ji mafê xwe yên demokratîk dûr ketibûn, lê belê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya netewa Demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan û wekehî me têkoşîna xwe xurtir kir, li hemberî zihniyeta desthildaran. Serkeftina projeya Netewa Demokartîk bi hevgirtina gelan bû.”
Silda Sîmon behsa bandora Projeya Neteweya Demokratîk li ser parastina nasnameya olî û zimanî ya pêkhateyên kir: " Projeya Netewa Demokratîk armaca wê rengîniye. Mafê hemî pêkhateyan û nasnameyên olî û ziman dide parastin."
Sildayê wiha got: "Fikir û felsfeya Rêber Apo ji bo azad jinê bû, jinê jî têkoşîn kir, ji bo bigihêje mafê xwe. Bi riya projeya Netewa Demokratîk tevahî pirsgirên heyî jî çareser dibin. Bi felsefeya Rêber Apo em weke jin ji koletiyê, desthildariyê û zihniyeta baviksalariyê xelas bûn. Piştî hilweşîna desthildariya rejma Baas re, gelek pirsgirêk û kiryar li Sûriyeyê derketin, çareseriya tevahî pirsgirêkên li Sûriyeyê bi beşdariya tevahî pêkhateyan e.”
ANHA