Partiyên kurdî li Helebê di penelekê de yekrêziya kurdî  gotûbêj kirin

Komek partiyên kurdî li Helebê Panelek diyalogê li dar xist û encamên konferansa "Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî" ku li Qamişloyê hat lidarxistin nîqaş kirin.

23 gulan, 2025   23:01
HELEB

Di penela ku li hola Star Layit a li taxa Şiqêf  a Helebê hate lidarxistin de, bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên çar partiyên Kurdî: Partiya Demokrata Kurd a Sûriyê, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, û Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) beşdar bûn.

Silêman Ereb, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD`ê, got ku armanca penelê gotûbêjkirina encamên konferansê û rewşa siyasî ye.

Di panelê de, beşdaran der barê mîkanîzma avakirina komîteyên danustandinan bi desthilata Sûriyeyê re, rola jinan di nava wan de û derfetên yekkirina partiyên kurdî kirin.

Endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD`ê Îlham Mihemed bersiva pirsên beşdaran da û tekezkir ku divê jin beşdarî komîteyan bibin. Her wiha diyar kir ku konferans pêngava yekem e ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdî ya berfireh.

(k)

ANHA