‘Ezmûna Rêveberiya Xweser ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya sirûşê’

Jinên ji bajarê Til Birakê diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya sirûşê û got "Cihê jinan di rêveberiyê de ne ji valahiyekê hatiye, ew berhema têkoşîna bi salan a li hemberî zilmê ye."

‘Ezmûna Rêveberiya Xweser ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya sirûşê’
24 gulan, 2025   05:06
HESEKÊ

Jinên endamên meclis û partiyên siyasî yên li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê têkildarî rola jinan di qadên jiyanê de û asta wan a di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ji ajansa me re axivîn.

Endama Meclisa Bajarê Til Birakê Îman El Elî diyar kir ku jinên Ereb bi saya beşdarbûna xwe ya berfireh di qadên cuda yên jiyanê de îro berhemên têkoşîna xwe dibînin.

Îman El Elî destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser ji hemû jinên cîhanê re bû çavkaniya sirûşê. Her wiha da zanîn ku jinên Ereb bi biryardarî û israra bidestxistina azadî û wekheviyê li hemberî hemû zehmetiyan sekinîn û ew zehmetî derbas kirin.

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Birakê Muna Mihamîd jî diyar kir ku jinên Ereb ji bo şkestina zincîrên koletiyê berdêlên giran dan û destnîşan kir ku felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan jinan bi mafên wan da nasîn.

Muna Mihamîd anî ziman ku ew bi têkoşîna jinên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine îlham digirin û dê heya pêkanîna wekhevî û demokasiyê şopdarên rêya wan bin.

Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Til Birakê Sara El Cedûa got eger niha jin cihê xwe fermandariyê de digire ev  ji valahiyê nehatiye, lê encama têkoşîna bi salan a li dijî neheqî û  zordaran e.

Sara El Cedûa da zanîn ku jinên Ereb li dijî hişmendiya eşîrtî û kevneşopiyên ku statûya wan kêm dike serî hildane, lewma îro jî di hemû qadan de cihên xwe di navendên biryardayînê de digirin.

(aq)

ANHA