‛Bi fedakariyên şehîdan me ev destkeftî bi dest xistin’

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cenazeyên her du şehîdan Can Şêr û Baran Efrînê defin kirin û got bi fedakariyên şehîdan ev destkeftî hatin bidestxistin.

10 hezîran, 2025   21:41
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Can Şêr (Ciwan Ebdurehman) û şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê şehîd Baran Efrîn (Sebrî Henan) ên ku di demên cuda yên îsal de di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbûn, defin kirin.

Di merasîmê de endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komîn amade bûn.

Karwana şehîdan ji pêş dolaba şehîdan a li herêma Şiqeyêf dest pê kir û ber bi Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve kete rê.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed axivî û got fedakariyên ku şehîdan pêşkêş kirine hiştin ku herêm aram û ewle bibe.

Xizmek şehîd Baran Efrîn, Hesna Hesen axivî û got: "Fedakariyên şehîdan em gihandinê vê qonaxê, ne ji wan fedakariyan bûye me ev destkeftî bi dest nedixistin. Em deyndarê şehîdên xwe ne û em ê rêça wan bişopînin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Şêx Qember wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û bi tilîliyên dayîkan her du şehîd hatin veşartin.

(fr)