’Bi êrişan dixwazin peymana 1’ê Nîsanê têk bibin’

Hevserokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku yên ku êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hatine biçekirin û got, armanc ew e ku peyma 1’ê Nîsanê têk bibin.

’Bi êrişan dixwazin peymana 1’ê Nîsanê têk bibin’
8 ÇILE, 2026   07:30
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Hevserokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zoba der barê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ji ajansa me re axivî.

Salih El Zoba diyar kir ku bûyerên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û ev nirxandin kir: "Her cara ku civîn tên lidarxistin û di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Şamê de lihevkirin çêdibin şer li Helebê tên derxistin. Ev şer li gorî berjewendiyên aliyan tên çêkirin ku hewl didin dan û standin û lihevkirinan têk bibin."

Salih El Zoba di dewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê û wiha got: "Peymana 1’ê Nîsanê beşek ji peymana 10’ê Adarê ye. Armanca peymanê aktîfkirina lihevhatinan di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ye. Em, wekî Partiya Sûriyeya Pêşerojyê hêvî dikin ku diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bibe çareseriya herî guncaw ji bo gihîştina lihevhatinekê di navbera her du aliyan de, ku di encamê de ewlehî li Helebê û tevahiya Sûriyeyê çêbibe."

El Zoba destnîşan kir ku qurbaniyên Helebê bêguneh in û êrişkar ji hêla Tirkiyeyê ve hatine biçekirin ku îstîqrara Sûriyeyê wan eleqedar nake û got: "Evanan li gorî berjewendiyên Tirkiyê tevdigerin û ji bo gurkirina pevçûnan di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de dixebitin."

El Zuba anî ziman ku lihevhatina di navbera Sûriyeyan de rêya bicîhanîna aramiyê ye, ne teslîmbûna ji aliyên derve re ye di serî de Tiriyeyê ku dixwazin şer li herêmê çêbibe.

Hevserokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zoba di dawiya axaftina xwe de banga diyaloga navxweyî û dûrketina ji şer kir.

(ac)

ANHA