Bi dîmen.. çekdarên MÎT`ê gundên başûrê Kurdistanê gulebaran dikin

Di dîmenên ku Rojnews`ê belav kirine de, endamên MÎT’ê bi wesayîta hêzên Parastinê yên Herêma Başûrê Kurdistanê li nav gundê Guherzê çekên xwe derdixin û rasterast gulebaran dikin.

21 sibat, 2025   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rojnews`ê dîmenê MÎT’ê ku bi roj û bi wesayîta îstixbarata PDK’ê (Parastinê) li nav gundê Guherzê çekên xwe derdixin û rasterast gulebaran dikin, belav kir.

Çavkaniyek herêmî dîmenê çend çekdarên MÎT’ê li nav gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve girtiye û ji ajansa Rojnews’ê re şand.

Çavkaniyê eşkere kir ku çekdarên MÎT’a Tirk bi wesayîteke îstixbarata PDK’ê (Parastin) li nav gundê Guherzê çekên xwe derdixin û gulebaran dikin.