QSD`ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şevanên ku di şer û pevçûnên li dijî artêşa Tirkiyeyê ya dagîker û çeteyên wê de şehîd bûne, eşkere kir. QSD`ê soza bilindkirina têkoşînê da.

QSD`ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
21 sibat, 2025   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin ya QSDê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şevanên ku di şer û pevçûnên li dijî artêşa Tirkiyeyê ya dagîker û çeteyên wê de şehîd bûne, eşkere kir.

Di daxuyaniyê hate gotin ku şervanên QSD`ê Qehraman Îlcax/Salih Muslim Selîm, Ebûd/Mohammed Ziyad El Hesen El Xenam, Xalid/Mihemed Mehmûd Hesen, Elî Cîcîk/Mihemed Nûrî Hisên, Hogir Hesekê/Mihemed Xalid Nasif Hesûn El Nasif, di eniyên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, heta kêliyên dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku li ser şopa şehîdan, heta serkeftinê li ber xwe bibin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Qehreman Îlcax

Nav û paşnav: Salih Mihemed Selîm

Navê Dayikê: Eyşe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê - Şêxler / El Şiyûx - 20 Sibat 2025

Nasnav: Ebûd

Nav û paşnav: Mihemed Ziyad El Hesen El Xenam

Navê Dayikê: Newal

Navê Bav: Ziyad

Cihê Jidayikbûnê: Dêrezorê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr Hafir - 25ê Kanûna 2024

Nasnav: Xalid

Nav û paşnav: Mihemed Mehmûd Hesen

Navê Dayikê: Semîra

Navê Bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr Hafir - 25ê Kanûna  2024

 Nasnav : Elî Çîçek

Nav û Paşnav: Mihemed Nûrî Hisên

Navê Dayikê: Sebah

Navê Bav: Nûrî

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn - 31.12.2024

 Nasnav: Hogir Hesekê

Nav û paşnav: Mihemed Xalid Nasîf Hesen El Nasîf

Navê Dayikê: Şehnaz

Navê Bav: Nasîf

Cihê Jidayikbûnê: Dêrezorê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa - Gundê Mehmûdiyê - 28 Kanûn 2024

(k)