Li senatoya Amerîkayê hate xwestin ku Amerîka ji NY`ê vekişe

Senatorekî Komarî yê Amerîkayê û endamekî senatoyê pêşnûmeqanûnek pêşniyar kirin û xwestin ku DYA`ê bi tevahî ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên girêdayî wê vekişe û fînansekirina wê rawestîne.

Li senatoya Amerîkayê hate xwestin ku Amerîka ji NY`ê vekişe
21 sibat, 2025   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Komarî Mike Lee îro ragihand ku endamên Komarî pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Senatoya Amerîkî kirine ku Amerîka ji Neteweyên Yekbûyî vekişe û fînansekirina wê rawestîne.

Mike Lee di gotarekê de ku li ser malpera xwe belav kir, nivîsî ku di pêşnûmeyê de hatiye xwestin ku DYA`ê bi tevahî ji NY`ê û rêxistinên girêdayî wê vekişe,  fînansekirina wan rawestîne, peymana bi NY`ê re betal bike û parêzbendiya dîplomatîk ji bo karmendên NY`ê li Amerîkayê, betal dike.

Fox News`ê jî ragihand ku nûnerê Komarî Chip Roy biryar e îro Înê pêşnûmeyek bi heman mijarê pêşkêşî Meclisa Nûneran bike. Li gorî Roy NY`ê û rêxistinên girêdayî wê "xizmeta berjewendiyên Amerîkîyan nakin".

Li gorî Fox News`ê Amerîka di lîsteya fînansorên NY`ê de di rêza yekem de ye. Amerîka di sala 2022’an de bi qasî 18 milyar dolar pere dane NY`ê.

(k)