Bi dehhezaran şêniyên kantona Firatê 27’ê Mijdarê pîroz kir

Bi dehhezaran şêniyên kantona Firatê Cejna Berxwedana Neteweyî  pîroz kir. Bi heman munasebetê pirtûkxaneyek jî hat vekirin.

27 mijdar, 2025   21:12
KOBANÊ

Bi dehhezaran şêniyên kantona Firatê 27’ê Mijdarê Salvegera 47’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK (Cejna Berxwedana Neteweyî) li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a bajarê Kobanê pîroz kir.

Di şahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK, QSD û wêneyên şehîdan hatin hildan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Gerîla", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre berdevka rêxistina Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl Cejna Berxwedana Neteweyî li hemû gelê azadîxwaz, cangoriyên azadiyê û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Xunav diyar kir ku damezrandina PKK’ê ji bo gelên bindest, bi taybetî gelê Kurd vejînek bû û wiha got: "PKK`ê hebûn û nasnameya gelên bindest parastin. Mirovahiyê bi saya PKK`ê xwe nas kir. Em jî bi saya PKK`ê li vir in û em vê roja vejînê pîroz dikin."

Hevserokê Desteya Gazî û Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto destnîşan kir ku PKK`ê gelên di tarîtiyê de bûn, ber bi ronahiyê ve bir û wiha pê de çû: "PKK`ê hebûn û hêza me ye. Yê ku PKK`ê ava kir Rêber Apo ye. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe hemû kesên bindest azad kir. Lê 27 sal e Rêber Apo di zindana Îmraliyê de ye. Çawa ku Rêber Apo em azad kir û hişt ku em palanên dijmin têk bibin, divê em bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em vê cejna Berxwedana Neteweyî li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, şehîdan û mirovahiyê pîroz dikin."

Piştî axaftinan komên stranan ên girêdayî Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Hîlala Zêrîn û hunermendên ji pêkhateyên Ereb, her wiha û Şerîfo Omerî bi stranên xwe gel çoşand. Li ber stranan dîlan hatin gerandin.

Bi heman boneyê, di saetên nîvro de Pirtûkxaneyek bi navê Şehîd Koçero Batman hat vekirin. Di pirtûkxaneyê de nêzî 5 hezar hene.

Fermandarê YPG’ê Koçero Batman (Hasan Demîrtaş) 6`ê Cotmeha 2022`an di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehî bûbû.

(sş/bb)

ANHA