Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê bi navê ‘Şehîd Denîz’ meşiyan

Gelê Silêmaniyê ku bi rojan be bi deh hezaran li ser piyan e îro jî bi navê, ‘Yekşema Şehîd Deniz’ dest bi meşê kir. Beş bi sloganên dilsoziya Rojava tînin ziman, didome.

Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê bi navê ‘Şehîd Denîz’ meşiyan
25 ÇILE, 2026   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê bi pêşengtiya jinan meşa ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistan û şervanên jin destpê kir. Li bajajê ku bi rojan e sed hezaran kes kuçeyan terk nake, îro meşek bi heybet pêk anîn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên !Jin jiyan azadî”, “Rojava ne bi tenê ye”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Yek yek ye Kurdistan yek welat e” û “Şehîd Deniz namire” hatin berzkirin.

SİLÊMANÎ Bİ RENGÊN KESK Û SOR Û ZER XEMİLÎ

Girseya di seatên nîvro de li ber derê Baxê Giştî ya Silêmaniyê hatin cem hev xwe bi al û rengên Kurdistanî xemilandin. Ji zarokan heta ciwan, kal û pîran bi deh hezaran Silêmanî li pişt pankarta, “Yekşema Şehîd Deniz” dest bi meşê kirin. Gelek rêxistinên jinan, ciwan û civakî tev li meşê bûn. Kelecana li nava meşê, bi taybet jî pêşengtiya jinan ya ji bo meşê hêjayî dîtinê ye.

ROJ ROJA PARASTİNA ROJAVA YE

Di meşê de car car welatî bang li girseyê dikin û hestên xwe tînin ziman. Di axaftinan de êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin û têkiliya HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê hate destnîşankirin. Her wiha banga mezinkirina berxwedanê li tevahiya gelê Kurd hate kirin. Axaftvanan di heman demê piştgiriya DYA û welatên Ewropayê ji bo HTŞ û DAIŞê rexne kirin.