Li Girkê Legê civîna gel: Em ê axa xwe biparêzin

Şêniyên Girkê Legê di civînê de diyar kir ku dê parastina herêmê bikin û peyama hevgirtinê da.

25 ÇILE, 2026   16:42
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şîrovekirina geşedanan,  li gundê Til Cemalê yê girêdayî bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi şêniyên bajar û gundewarê wê re civiya.

Di civînê de ji rêveberên PYD’ê Medya Ehmed axivî. Medya Ehmed anî ziman ku divê gel li dijî gef û êrişan xwe biparêzin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî.

Medya diyar kir ku Kurd bûne yek û parastina destkeftiyên şehîdan berpirsyariya her kesî ye.

Medya di dewama axaftina xwe de bal kişand helwesta piştgir a gel li çar aliyên cîhanê û partiyên Kurdî û got, ji her kesî tê xwestin ku hişyar be, xwe û herêmên xwe biparêzin.

Şêniyan jî ku nêrînên xwe anîn ziman diyar kir ku ew bi axa xwe ve girêdayî ne û bi şervanên xwe re ne û dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Şêniyan xwestin ku rayedarên Rêveberiya Xweser gel ji hevdîtinên bi hikumeta demkî re agahdar bike. Her wiha ji PYD’ê û partiyên din xwestin ku civînên bi gel re zêde bike.

(b)

ANHA