Gelê Dihok û Qeladizê ji bo Rojava derketin qadan

Xelkê Devera Şerwêt û Mengurayetî ya ser Qeladizê û Şêxan ya ser bi Dihokê daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava anîn ziman.

Gelê Dihok û Qeladizê ji bo Rojava derketin qadan
25 ÇILE, 2026   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li devera Şerwêt û Mengurayetî ya ser bi navçeya Qeladizê daketin qdan û bi çalakiyekê piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê kir.

Di çalakiyê de ji mamoste bigirin heta xwendevan û welatî daketin qadan û bi dirûşman dilsoziya xwe ya bi Rojava re anî ziman.

Li aliyê din li bajarokê Şêxan ya ser bi Dihokê jî gelek welatî daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava anî ziman. Di çalakiyê de hate gotin ku ya li Rojava rû dide li dijî hemû Kurdane û ev hate gotin: “Ji bo wê divê bi yek deng û yek rêz xwedî helwest bin.”