Bi daxuyaniyekê bal kişand ser tundiya li ser jinan

Koordînasyona Kurdistanê ya Meşa Cîhanî ya Jinan diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê jin ji ber hişmendiya baviksalar li pêşberî gelek arîşeyan. Koordînasyonê ji bo  jiyaneke azad û bidawîkirina tundiyê jî bang kir.

Bi daxuyaniyekê bal kişand ser tundiya li ser jinan
6 adar, 2025   13:24
QAMIŞLO

Koordînasyona Kurdistanê ya Meşa Cîhanî ya Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Navnda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê bi amdebûna bi dehan jinan hate dayîn û ji aliyê berdevka Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê Îbtîsam Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji Rojhilata Navîn jin ji ber hişmendiya mêrê serdest bi aloziyên aborî, qanûnî, civakî, koçberî, girtin û windakirina bi zorê ve rû bi rû ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Li dijî jinên Kurd şerê hebûnê tê meşandin. Îrade, nasnameya jinan û rola wan a pêşeng di têkoşîna azadiyê de tê meşandin. Li Tirkiyeyê jinên Kurd ên siyasetmedar tên girtin. Li bajarên Kurdan bi armanca şikandina îradeya gelê ku bi azadî nûnerên xwe hildibêjre, qeyûm tên tayînkirin. Ev kiryar berdewama siyaseta înkirin û qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî tevahî azadxwaz dimeşîne ye. Li Îranê jî qetilkirina jinên têkoşer ên pêşengên Serhildana Jin, Jiyan, Azadî, serhildana ku pergala baviksalar a qatil dewam dike. Rejîma Îranê kiryarên xwe yên çewsîner bes nedîtin, lê ji vê zêdetir bedena jinan kiriye qadên intiqamê. Jiyana gelek jinên têkoşer ên girtî wekî Paxşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku bi îdam an mirina hêdî hêdî re rû bi rû ne di xetereyê de ye."

Têkildarî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov qetilkirina plankerî li dijî jinên pêşeng û rojnamevanan pêk tîne.

Der barê Sûriyeyê de jî hate gotin "Piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê, hikumeta pêvajoya derbasbûnê bi awayekî sîstematîk hewl dide rola jinan di civak û siyasetê de dûr bixe. Pêkanînên wê gihişt wê astê dema ’kongreya serkeftinê’ li dar xist. Di wê kongreyê de komên ku sûcên herî xirab li dijî jinan kirine, di desthilatê de cih girtin. Ev jî projeya wan a li ser bingehê dûrxistina jinan û vegerandina pergala koletî ya bi navê olê îsbat dike."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku li hemberî tundî û qetilkirina jinan asta têkoşînê mezin bikin.

(bb)

ANHA