Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan

Bi sedan Kesan konê sersaxiyê yê ji bo şehîdê QSD’ê hatiye vedan ziyaret kir û ji malbatê re sersaxî xwest.

Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê QSD’ê konê sersaxiyê hat vedan
6 adar, 2025   13:24
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kemal Qamişlo (Delîl Cemîl Hebîb) ê ku 4’ê Adarê (2025) dema li ser erka xwe bû, şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn.

Konê sersaxiyê li ber mala malbata Şehîd Kemal Qamişlo ya li taxa Hilêliyê a bajarê Qamişlo hate vedan.

Li bin kon, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Kemal Qamişlo, û wêneyên bavê şehîd Kemal Qamişlo Şervanê QSD`ê Cemîl Hebîb yê ku di sala 2023`an de encama nexweşiyê de şehîd bûbû, hatin dalqandin.

Piştî vegirtina kon, bi sedan kes çûn serdanê û sersaxî ji malbatê xwest. Di serdanê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtinê hat girtin û axaftin hatin kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Zîwer Elî axivî û anî ziman ku şehîdan ji bo mafên tevahiya gelên Suriyeyê û azadiya welat cane xwe feda kirine û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di serdanê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo  Nezîr Sofî  axivî û da zanîn ku ew ê weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.

Endama Kongra Star a bajarê Qamişlo Elham Şemdîn jî hemû şehîdên tevgera azad bibîr anîn û got: “Welat ji sala 2011’an ve bi xwîna zarok û şervanan hatiye avdan. Xwîna şehîdên me li her keverik û darekê. Em ê şopdarên wan bin.

Di serdanê de kurê Şehîd Kemal Qamişlo yê bi nave Hejar Hebîb jî li ser bavê xwe helbestek xwend.

Konê sersaxiyê wê heta êvarê vekirî bimîne.

(re)

ANHA