Bi çekên giran û dronan derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin

Çeteyên hikumeta demkî yên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin bi çekên giran û dronan derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin.

Bi çekên giran û dronan derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13 ÇILE, 2026   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, di van kêliyan de çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi piştgiriya dewleta Tirk bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyan 2 caran bi dronan jî derdora bendavê bombebaran kir.

(fr)