ˋEz kurê xwe fedayî ruhê şehîd Ziyad Heleb dikimˊ

Di merasîma bibîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî li bajarê Hesekê de koçbera ji Serêkaniyê Necah Biro kurê xwe Mihemed Oso fedayî ruhê şehîd Ziyad Heleb kir ku di oxira gelê herêmê de navê wî rake û rêça wî bişopîne.

ˋEz kurê xwe fedayî ruhê şehîd Ziyad Heleb dikimˊ
13 ÇILE, 2026   16:32
HESEKÊ

Di merasîma bibîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî li bajarê Hesekê de welatiya bi navê Necah Biro ya koçbera bajarê Serêkaniyê axivî.

Di axaftina xwe de Necah Biro serbilindiya xwe bi fedakariyên şehîdan anî ziman û diyar kir ku ev bone ne kêliya xemgîniyê ye, lê werçerxa nûkirina sozê û şopşandina rêça şehîdan e. Necah got: "Di vê rojê de, em wek malbatên şehîdan û hevjînên wan tiştê li ser milê me berpirsiyariyeke mezin e ku em bibin palpiştên rastîn ên hevrê Ziyad û hêzên xwe yên parêzvanên gel û rûmeta wî."

Necah anî ziman ku "Îro, wek em her tim dibêjin şehî namirin û xwîna wan dibe û vîna di rêça têkoşînê de, ez ji vir û di nava vê girseyê de radigînin ku kurê fedayî ruhê şehîd Ziyad Heleb dikim ku nav û metoda wî hilde."

Necah got "Ev biryar ji baweriya min a bi pîroziya rêça şehîdan tê. Ez kurê xwe, kezebê xwe Mihemed Oso diyarî Rêber Abdullah Ocalan û dayika şehîd Ziyad Heleb dikim. Tevahî zarokên me zarokên vê têkoşînê û parêzvanên me ne."

Girseyê bi tilîliyên xwe hevgirtina xwe bi malbatên şehîdan re nîşan da û got ew ê li ser rêça berxwedanê bin û soza bi şehîdan re nû dikin.

(fr)

ANHA