Bi çekên giran bajarokek Siwêdayê hat topbarankirin

Hêzên hikumeta veguhêz bi guleyên hawanan bajarokê Etîl ê bakurê Siwêdayê topbaran kirin.

Bi çekên giran bajarokek Siwêdayê hat topbarankirin
22 kanûn, 2025   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz ji gundê Rîm Hazim ve bi 2 guleyên hawanan deverên li bajarokê Etîl ê bakurê Siwêdayê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyan, guleyek li navenda postê ya ket û ya din jî li deverek sivîl ket, lê tu agahî der barê windahiyan de nîn in.

(fr)