Di êrişa Helebê de jinek şehîd bû, 17 kes jî birîndar bûn

Di êrişa li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de jinek şehîd bû û 17 kes birîndar bûn.

Di êrişa Helebê de jinek şehîd bû, 17 kes jî birîndar bûn
22 kanûn, 2025   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku di êrişa çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jina bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî (45) a ji pêkhateya Ereb şehîd bû.

Nûçegihan anî ziman ku ji ber êrişên berdewam hejmara birîndaran bû 17, navên birîndaran wiha ne: Henan Ebdulhemîd Îsmaîl (20), Mihemed Ebdulhemîd (19), Ebdulhemîd Îsmaîl (48), Zekeriya Xelîfe (53), Ebdo Eswed (40), Mehmûd Nîdal Îbrahîm (18), Aydil Elî (9), Dicle Osman (34), Ebdurehman Horo (18), Doxan Elo (18), Cemîl Ukaş (22), Mehmûd Eswed (20), Mêrvan Bekir (22), Arif Bîlal (20) û Royar Hebeş(13), Zeyneb Henan (25) û Usama Betîx (30).

Çekdarên hikumeta veguhêz êrişên li dijî her du taxan dewam dikin, metirsî hene ku çekdar komkujiyan pêk bînin.

(fr)