Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî

Koma Şanoya Çiya bi minasebeta 47`emîn salvegera damezirandina PKK`ê 47 deqeyan çalakiya peykerên zindî pêk anî.

Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
Ji bo 47`salên berxwedanê, 47`deqe peykerên zindî
26 mijdar, 2025   14:42
QAMIŞLO

Koma Şanoya Çiya bi minasebeta 47`emîn salvegera damezirandina PKK`ê (Cejna Berxwedana Neteweyî) çalakiya hunera peykerên zindî li bajarê Qamişloyê bi navê “Ne dawî ye, destpêkeke nû ye” li dar xist.

Di vê çalakiyê de peykerên zindî temsîla felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dikin ku wekheviya di navbera jin û mêran de dide nîşandan.

Endamê Şanoya Çiya Harûn Hêvî der barê vê çalakiyê de diyar kir ku armanc û peyama ji vê çalakiyê ew e ku PKK her dem di nava gelê xwe de û li Kurdistanê ye û îro bi vî şêweyê hunerî têkoşîna PKKˊê tê nîşandan. Di vê têkoşînê de berxwedana 47 salan a PKKˊê bi rawestandina 47 deqeyan ji aliyê peykerên zindî ve, tê nîşandan.

Harûn Hêvî ev roj li Rêber Abdullah Ocalan, gerîla, şehîdan, gelên welatparêz û malbatên şehîdan pîroz kir.

Hunera peykerê zindî di 25`ê Mijdarê li bajarê Dêrikê hat pêşkêşkirin û 27`ê Mijdarê jî dê li Kobanê were pêşkêşkirin.

(re/fr)

ANHA