Saziya Giştî ya Pembo 38 hezar ton pembo wergirtiye

Saziya Giştî ya Pembo nêzî 38 hezar ton pembo ji 250 hezar donim zeviyan wergirtiye.

Saziya Giştî ya Pembo 38 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo 38 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo 38 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo 38 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo 38 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo 38 hezar ton pembo wergirtiye
Saziya Giştî ya Pembo 38 hezar ton pembo wergirtiye
26 mijdar, 2025   14:58
HESEKÊ

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dema wergirtina berhema pembo di 23'yê vê mehê de bi dawî bû.

Saziyê ji bo wergirtina pembo 3 navend li Dêrazor, Reqa û Hesekê vekirin û ji 27'ê Îlonê de dest bi wergirtina pembo kir. Wergirtina pembo 2 mehan dom kir.

Girêdayî mijarê hevserokê saziyê Mistefa Îbrahîm ji ajansa me re diyar kir ku îsal 38 hezar ton pembo hatiye wergirtin.

Piştî proseya helckirin anku vepincirandinê, tov ji bo kargehên zeytê tên şandin da ku zeyt jê were çêkirin û pembo li sûkê tê firotin. Beşeke din jî piştî helckirinê ji bo kargehên tekstîlê tê şandin û beşa zêde tê hinardekirin.

Ji ber kêmbûna mîqdara hatina pembo ji bo navendên wergirtinê, biryar hatin dayîn ku proseya wergirtinê bi dawî bûye, lê beriya biryar bê dayîn 5 roj dem ji bo cotkaran hat dayîn ku berhemên xwe bînin navendan.

Ji ber derengmayîna çinîna beşa duyemîn hin cotkaran berhem neşandin navendan. Ji bo vê yekê sazî hewl dide çareseriyan bibîne.

Sazî di hefteyê de 2 rojan fatûreyan serf dike. Heta niha ji sedî 25’ê ji buhayê pembo serf kiriye. Çaverê ye di demeke nêz de hemû fatûre werin serfkirin.

Îsal rûbera çandina pembo 250 hezar donim bû. Lê tevî wê jî hilberîn kêm bû. Mistefa Îbrahîm bang li cotkaran kir ku pembo ji 15 heta 30'ê Nîsanê biçînin da ku germahiya zêde tune be, berhem dereng nemîne û kurm nekevin berhemê.

(mh/fr)

ANHA